Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî civiyan

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û namzedê serokwezîrtiya Iraqê Adil Ebdulmehdî civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Îro 02.10.2018ê Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel siyasetmedarê Iraqî û namzedê serokwezîrtiya Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî guftûgoya rewşa siyasî ya Iraqê û hewldanên dawiyê yên helbijartina serokkomar û serokê nû yê hikûmetê kirine.
Herwaha di civînê de her du aliyan behsa giringiya proseya siyasî bi awayek bi tendurist rêveçûna wê kirine, ku li gor daxwaza hemû pêkhateyên Iraqê be.
Herdû aliyan rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên girêdayî rewşa Iraqê gotûbêj kirin.




