PDK: Teror Nikare Nasnameya Kerkûkê Reş Bike

Duhî mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê di derbarê kiriyarên terorîstî li Bajarê Kerkûk û Bajarokê Dûzxormatoyê de daxuyaniyek weşand û ev kiriyara han bi tundî mehkûm û şermezar kir.
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê eşkere kiriye ku, ne teror û ti kareke din ya dijminkarane bi ti awayî nikarin nasnameya Kurdistanîbûn ya Kerkûkê reş bikin.
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê eşkere kiriye ku, armanc ji vê kiriyara han belav kirina tirs û fikaran di nava xelkê Kerkûk û kûrtir kirina nakokiyên heyî ye û ev armanca han jî çendîn sale armanca sereke ya Terorîstane lêbelê bi ti awayî nikarin bigehêjin armanca xwe ya rewş û ev aliyên han hewl bo vê yekê didin daku, Kurdên Kerkûkê bitirsênin daku, bi vê rengî dev ji îsrara xwe ya ji bo cîhbicîh kirina madeya 140 berdin.
PDK di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, bi ti awayî derfet nade xewina guhertina nasnameya Kerkûkê ne ji bo Terorîstan nejî ji bo kesên din were cîhbicîhkirin û ti kes bi ti awayî jî nikare nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê reş bike.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)