10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hefteya bê dê serokmarê Iraqê bê hilbijartin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlamenterê PDKê li Bexdayê Hindirên Doskî ragihand ku di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de biryar hat dan ku hefteya bê serokmarê Iraqê bê hilbijartin, ku ew kursî ji mafê PDKê ye.

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin û serokê nû yê parlamentoyê roja Sêşema bê wek roja diyarkirina serokmarê Iraqê destnîşan kir.

Hindirên Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro di cîvîna parlamentoyê de Dr. Beşîr Xelîl Hedad bi piraniya dengan bû cîgirê serokê parlamento û piştre serokê nû yê parlamentoyê biryar da ku roja Sêşema bê parlamento bicive û tê de serokmarê nû bê hilbijartin.”

Doskî wiha got: “Kursiyê serokomar ji mafê Kurdan e û ji ber ku li Kurdistanê PDK dengê herî zêde aniye, ew kurdî ji mafê PDKê ye, lewma jî ji niha û heta Sêşemê PDK dê kesekî ji bo wî kursî diyar bike.”

Nûçeyên têkildar