10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û Nûnerê NY avakirina hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Jan Kubis civiya û di wê hevdîtinê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Sêşema 11.09.2018ê li Selahedînê Serok Barzanî li gel nûnerê taybet ê NYê Jan Kubis civiya û pêşhateyên dawiyê yên siyasî di nav proseya siyasî ya Iraqê de û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê rola herêma Kurdistanê ya di vê derbarê de hate gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê de hate gotin, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NYê ramanên rêxistinê yên derbarê proseya siyasî ya Iraqê de ji Serok Barzanî re aşkera kiriye.

Herwaha gefa teror û çawaniya rûbirûbûna hizra tundiyê û terorîzm jî yek ji mijarên din ê wê civînê bû.


 

Nûçeyên têkildar