10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge dê li ser şerê li dijî terorê berdewam be

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê general Paul Funk kir.

Îro Sêşema 11-9-2018 Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka serbazî ya hêzên hevpeyman bi serokatiya general Paul Funk kir.

General Paul Funk bo xatirxwastinê serdana Nêçîrvan Barzanî kiribû her wiha ew fermandeyê ku li dewsa wî hatiye destnîşan kirin jî bi Nêçîrvan Barzanî nasand.

Paul Funk di wê hevdîtinê de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê kir li ser li ser alîkariyên wan ji bo hevpeymaniya navdewletî.

Nêçîrvan Barzanî bi şanda mêvan re gotiye, Hêzên Pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê dê li ser hevkarîkirina hêzên hevpeyman bo nehîştina terorê berdewam bin, ji bo ku metirsiya serhildana terorê li navçeyê nemîne.

Nûçeyên têkildar