Di xwepêşandanên Besra de 9 kes hatine kuştin û 93 kes birîndar in

Ajnas-KDP.info- Desteya Mafên Mirovan a Iraqê amara qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên bihorî yên li parêzgeha Besrayê aşkere kir.
Îro Pênşema 6-9-2018, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Besrayê ragihand.
Di daxuyaniya xwe de, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir, ku di xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî de 9 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kuştin.
Heman desteyê herwiha daye xuyakirin, ku di aloziyên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de, 93 kes jî birîndar bûne.
Ji ber nebûna xizmetguzariyên bingehîn ên weke kêmiya elektirîkê û ava vexwarinê, nebûna derfetên kar, gendelî û guhnedana hikûmeta Iraqê bi parêzgeha Besrayê, ew çend roj in ku welatiyên wê parêzgehê li dijî hikûmetê xwepêşandanê dikin.
Xwepêşanderên nerazî heta niha çendîn ofîs û baregehên ser bi hikûmetê û hin partiyên siyasî li Besrayê şewitandine.




