Serok Barzanî û Ellawî pêkanîna hevpeymaniya herî mezin li Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê ya bi serokatiya Eyad Ellawî kir û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.
Îro Şemiya 01.09.2018 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî li gel şandeke bilind a Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê ya bi serokatiya Eyad Ellawî civiya û “di civînê de behsa ezmûnên derbasbûyî yên proseya siyasî ya Iraqê ya piştî qonaxa 2003an kirin û wan babetan xistin ber gotûbêjê ku bûne sedema wê yekê Iraq tûşî qeyrana kûr a siyasî û ewlehî û aborî bibe.

Şanda mêvan, nîgeraniyên xwe li ser tehdît û aloziyên niha yên li nav proseya siyasî ya Iraqê ji Serok Barzanî re gihandin.
Herwiha di civînê de pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina sê serokayetiya Iraqê û pêkanîna mezintirîn fraksiyona parlemenyoyê û rûniştina yekem a parlementoyê û eger û pêşhatên pêçwîst bi proseya siyasî mijareke din a civîna di navbera Serok Barzanî û şanda bilinda Hevpeymaniya Elweteniye ya Iraqê bû û têda tekez li ser pabendbûna sê prensîpên şeraketiya rastî û tewafûq û parsengiyê kirin û herwiha wê yekê jî tekez kirin ku ji bo parastina şeraket û avakirina dewlet û pabendbûna bi rêkeftinan, pêwîstî bi mîsogerî û mekanîzmeke zelal heye.”




