Rûsya: Em rewşa Efrîn û Idlibê bi Tirkiye û Îranê re gotûbêj dikin

Ajans-KDP.info- Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, li ser rewşa Efrîn û Idlibê, ew bi Îran û Tirkiyê re gotûbêj dikin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, Mikhail Bogdanov ragihand, Moskow rewşa Idlibê û Efrînê bi Îran,Tirkiye, hikûmeta Sûriyê û nûnerên opozisyonê re gotûbêj dike.
Bogdanov da zanîn: “Em mijarên ku peywendiya xwe bi rewşa Idlibê û Efrînê re hebe, em rastrast bi hemû aliyên peywendîdar re gotûbêj dikin, bi taybetî ji em bi welatên garantor re di pêvajoya Astana de jî, bi Îran û Tirkiya re gotûbêj dikin.”
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê eşkere jî kir, ti agahdariyek di destê Wezareta Derve ya Rûsyayê de nîne, ku istixbarata Amerîkayê û hikûmeta Sûriyê li Şamê hevdîtin saz kiribin.




