Dostê Kurdan John McCain koça dawî kir

Ajans-KDP.info- Senator siyasetmedarê navdarê amerîkî û dostê Kurdan, John McCain îro yekşmê di temenê 81 saliyê de koça dawî kir.
John McCain, senatorê eyaleta Arîzona ya Amerîkayê di encama nexweşiya penceşêrê de wefat kir. McCain di wan demên dawiyê de tûşî nexweşiya penceşêrê bibû û bo dermankirina nexweşiya xwe çareseriyên pizîşkî werdigirt, lê herî dawî di roja şemiyê de malbata wî ragihand, tevî ku McCain îradeyeke bihêz heye, lê nexweşiya wî bi awayekê berdewam geşe dike û hevdem temenê wî jî zêde ye, lewma MacCain biryar daye ku êdî çareseriyên pizîşkî wernegire.
McCain ser bi partiya komariyan a Amerîkayê bû û dema şeş xûlan senatorê eyaleta Arîzonayê bû. Herwiha di sala 2008ê de jî jib o hilbijartinên serokatiya Amerîkayê weke berbijêrê komariyan rikeberî li gel Barack Obama kir.
Senator McCain yek ji wan kesan bû ku li pişt biryara şerê Iraqê yê di sala 2003ê de û rûxana rejîma Sedam Hisên bû, herwiha yek ji wan kesatî û siyasetmedarên Amerîkayê bû, ku gelek caran pirsa Kurdî dikire rojeva siyaseta Amerîkayê.
McCain piştevanekî bihêz ê Kurdan bû, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de û pêwendiyeke baş li gel piraniya serkirdeyên Kurd hebû.
Ew senatorê xuya û bibandor ê Amerîkayê yek ji wan kesatî û siyasetmedarên Amerîkayê bû , ku di kongrêsa wî welatî de piştgirî li rola bilind û çalak a Waşingtonê li Rojhilata Navîn dikir, herwiha piştgirî li hevpeymanên Amerîkayê yên weke Îsraîl, Siûdiye û Kurd dikir û li dijî neyarên weke Îran û Rûsyayê dixebitî.
Senator McCain gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyaye.




