Hewramî Bi Konsulusê Berîtaniya Û Berpirsê NY Re Civiya
Duhî li Hewlêrê Berpirsê peyvendiyên Derve yên Partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi cuda pêşwaziya her yek ji Konsulusê Berîtaniyayê yê li Hewlêrê û Berpirsê NY yê li Hewlêrê kir.
Di wan her du hevdîtinên han de Hewramî bi awayekî berfire behsa helwesta partiya demokrata Kurdistanê ya di derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de kir û ragihand ku, piştî sala 2003an Îraq bi aloztirîn pêvajoyê re rûbirû maye û ev yek jî jiber girêdayî nebûna Hikûmeta fedral bi destûr û peymanên îmzekiriye.
Di derbarê meseleya xwepîşandan û hilbijartinên pêşwext de jî Hewramî eşkere kir ku, em weke PDK hertim piştgîriya hilbijartinan dikin lêbelê dibe beriya her tiştekî qanûna hilbijartinan li Îraqê de were serrastkirin û amara rast ya welatiyên dengder jî were derxistin û hevdem em piştgîriya daxwazên reva ya welatiyên xwepîşander dikin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)