10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê Amerîka sitratîjiya welatê xwe ji Serok Barzanî re şirove kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan sitratîjiya welatê xwe ya li dijî DAIŞê ji Serok Barzanî re şirove kir.
Îro Çarşem 15.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên nû yên li ser asta herêmî û navdewletî guftûgo kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê stratejiya welatê xwe ya di derbarê wêstgeha dawî ya şerê DAIŞê û yarmetîdana koçber û pêkhatên Iraqê û her wiha guhertinên herêmî ji bo Serok Barzanî xisterû û balkişand li ser rola bi bandor ya Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê li parastina pêkhat û koçberên Iraqê li şerê terorîstên DAIŞê.

Di beşeke dinî vê civînê de di derbarê Iraqa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû û hevkêşeyên li nav Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girînge bernameya hikûmeta paşarojê ya Iraqê ye û her wiha pabendbûna aliyan bi sê prensîpên hevbeşê li hukimdarî û tewafuq li yasadanan û hevsengî li damezraweyan ewlewiyeta serekiye û tekez li wê yekê jî kir ku ber çav girtina wan sê prensîpan dibê sedema çareserkirina gelek ji kêşeyan.

Nûçeyên têkildar