Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka behsa Êzdiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan.
Di peywendiya telefonî de herdu aliyan pêşhatên herî dawî û serkeftinên hêzên Artêşa Iraqê û Pêşmerge yên li dijî çekdarên DAIŞê li herêmê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin.
Di beşeke din a peywendiya telefonî de behsa daxwazên welatiyên Iraqê kirin ku di xwepêşandanên van demên dawî de daxwazên xwe derxistibûn holê. Di vê mijarê de herdu aliyan tekezî li ser cîbicîkirina daxwazan û dabînkirina jiyaneke baştir ji bo welatiyên Iraqê kirin.
Herwiha parastina qurbaniyên destê terorê û kesên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bi taybetî Kurdên Êzdî û Xirîstiyan, beşeke din a peywendiya telefonî ya navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû.




