Erdogan bo Amerîka: Emê li dost û hevalbendên nû bigerin

Ajans-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku divê Amerîka qebûl bike ku Tirkiye xwedî alternatîv e û eger vê bêrêziyê neguherînin ew dê li dost û hevpeymanên nû bigerin.
Recep Tayyip Erdogan nivîsek ji bo rojnameya New York Times nivîsand û ragihand: “Pêngavên Amerîkayê ku li dijî Tirkiyê diavêje, dê zirar bide berjewendî û ewlehiya Amerîkayê.”
Erdogan diyar kir: “Eger yekalîbûn û bêrêziya xwe neguherîne, em dê dest bi lêgerîna dost û hevpeymanên nû bikin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nivîsa xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku Tirkiye 60 sal in hevpeymana stratejîk a Amerîkayê û NATOyê ye û gotiye: “Tirkiye bi salan çi wext pêwîst bibe, ber bi alîkariya Amerîkayê ve beziya. Leşkerên me li Koreyê bi hev re şer kirin.”




