10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Komkara Erebî li ser zilma Heşda Şeibî lêkolînê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Nînowa ya Mûsilê ragihand, Komkara Erebî dê li ser binpêkirin û zilma Heşda Şeibî li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê lêkolînê bike.

Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Nînowa, Muzahim El Huwêt ji malpera PDK.info re ragihand: “Me raportek li ser binpêkirin û zilm û zora ku Heşda Şeibî li xelkê deverên Kurdistanî dikin, dane Serokê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt û daxwaza alîkariyê jê kirine.”

Muzahim El Huwêt wiha got: “Ehmed Ebû Xeyt jî yekser ferman daye da ku lêjneyek bo lêkolînkirina li ser binpêkirinê Heşda Şeibî pêk were. Ji ber ku me ji wan re gotiye ew milîs binpêkirinên mezin dikin, mîna kuştin û revandin û destdirêjiya ser jinan.”

Bi gotina wî mezinê erebên Mûsilê, lêjneya Yekitiya Erebî dê di nav çend rojên bê de bigihê Kurdistanê û dest bi lêkolînan bike. Herwiha daxwaz jî kirine ku milîsên Heşda Şeibî ji navçeyên Kurdistanî vekşin.

 

Nûçeyên têkildar