Amerîkayê Tirkiye tehdîd kir: Heta qeşe neyê berdan ceza nayê betalkirin

Ajans-KDP.info- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence piştî sepandina ceza bi ser du wezîrên hikûmeta Tirkiyê de ragihand, heta ku qeşe Andrew Brunson neyê berdan dê cezayên ser Tirkiyê berdewam bin.
Li ser azadkirina Keşe Andrew Brunson aloziyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de berdewam in. Doh Koşka Spî ragihand ku li ser daxwaza Serokê Amerîkayê du wezîrên Tirkiyê tên cezakirin. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihand ku dê bersiva Amerîkayê bê dayîn.
Li ser heman mijarê Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li ser hesabê xwe yê twîtterê tekez kir ku dê ceza berdewam bin û got: “Hikûmeta Amerîkayê cezayên tund li ser Tirkiyê ferz kirin û ev cezayên han, heta Serok Erdogan û Hikûmeta Tirk qeşe Brunson azad nekin û ew dîndarê bê tawan venegere Amerîkayê dê berdewam bin.”
Li gor ragihandina Koşka Spî, ji aliyê Wezareta Darayî ya Amerîkayê ve li ser daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump, ceza li ser herdû wezîrên navxwe û dadê yên Turkiyê Suleyman Soylu û Abdulhamit Gul tê ferzkirin.




