Pispor: Xwepêşandanên Iraqê metirsîdar in..Dê aboriya Iraqê wêran bibe

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku xwepêşandanên berfireh li parêzgehên Besre û Necef û Kerbela û Bexda jî birêve diçin. Welatî daxwaza xizmetguzariyan dikin. Pispor dibêjin ev xwepêşandên mezin û êrîşa ser xwepêşanderan amajeyên metirsîdar in li ser Iraqê.
Pisporê Siyasî Dr. Sebah Subhî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelk daxwaza xizmetan dikin. Vê germê xelk bê eliktîk û karebe û av in. Herwiha pêknehatina hikûmeta nû zexteke mezin li ser xelkê Iraqê kiriye, û ev valahiya yasayî li Iraqê bandoreke xerab li ser xelkê kiriye. Ji zû de xelkê Besre daxwaza xizmetan dikin ji bo bajarê xwe, ji ber ku di rewşeke pir xerab de dijîn, tevî ku piraniya dahatên Iraqê ji Besrayê ne. Bi baweriya min welatên navçeyê jî rolekê dibînin di vê aloziyê de ji bo ku piştre ew bên û bêjin emê vê rewşê çareser bikin.”
Pisporê Aborî Bextiyar Ebdulezîz jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji mafê xelkê Besra ye ku xwepêşandanan bikin, ku bajarê wan pir dewlemend e lê bê xizmetguzarî ye. Hikûmetên Iraqê di xizmeta xelkê xwe nekirine û xelk gelekî nerazî ne. Xwepêşandanên Besra ziyanê dighîne aboriya Iraqê û dibe ku aboriya Iraqê bikeve, ji ber ku deriyê Um Qesir ê Besra hatiye girtin û petrol nayê hinardekirin. Heriwha ji tirsa xwepêşandanan mezintirîn şîrketa Rûsî ya pertolê xwe vekşandiye ji Iraqê. Yek ji pêngavên xwepêşanderan derxistina astengiyan ji şîrketên petrolê re, eger ew yek biser bikeve, dê bandoreke metisîdar li ser paşeroja Iraqê bike. Herwiha petrol neyê hinardekirin, Hikûmeta Iraqê nikaribe mûçeyê fermanberan jî bide.”




