10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Xwêpaşandên Iraqê berfireh bûn û kuştî û birîndar hene

Çavkanî: KDP.info
خۆپێشانده‌ران، له‌ ده‌روازه‌ی به‌سره‌ تایه‌ ده‌سوتێنن.

Ajans-KDP.info- Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de bi guleyên hêzên ewlekariyê 2 kesan canê xwe ji dest da û herwiha çend kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Besra yê Iraqê îro tevî qedexeya derketine derve û bergiriyên tund ên hêzên ewlekariyê xelk dîsa daketin ser cadeyan û ji ber nebûna xizmetên eletrîk û avê xwepêşandan lidarxistin.

Îro bi dehan ji xelkên Besra daketin cadan û daxwaza başkirina rewşa xizmetguzariyê li parêzgeha xwe kirin. Hêzên ewlekariyê bi gule û gaza rondikrêj bersiva wan dan, di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin û hejmarek ne diyar jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar