Dr. Mûsa Keval: Tirkiye gelekî bi hewca Herêma Kurdistanê ye

Tirkiye-KDP.info- Pisporê di warê siyaseta Tirkiyê de Dr. Mûsa Keval dibêje, Tirkiye û Herêma Kurdistanê gelek berjewendiyên hevbeş di navbera hene û Tirkiye gelekî bi hewca Herêma Kurdistanê ye, lewma jî dixwaze pêwendî û têkeliyên xwe ligel Hewlêrê baş bike, lewma jî serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyê erênî ye.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Tirkiye serdana Enqere kir û di merasîma sûndxwarina Serokê nû yê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan de beşdar bû.
Derbarê wê vexwendinê, Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serokwezêrê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê cihê dilxweşiyê ye û pir erênî ye, ji ber ku Tirkiye dewleteke mezin e li navçeyê, lewma jî em hêvîdar in ew serdan bibe destpêkek ji bo pêwendî û têkeliyên baştir û xweştir di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de. Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re qezenc û mifa ye û qet nebûye ziyan.”
Dr. Mûsa Keval wiha got: “Dirustbûna pêwendiyan di navbera Hewlêr û Enqerê de pir baş e û ew serdana Nêçîrvan Barzanî dê rê veke ji bo çêbûna wan pêwendiyan, ji ber ku pêwendiyên Tirkiyê ligel gelek welatan nebaş e û dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bike û ew têkelî berdewam bin.”
Wî pisporî wiha domand: “Tirkiye bi hewceyî Herêma Kurdistanê ye û gelek berjewendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û tirkiyê de hene, ku Herêma Kurdistanê deriyekî bazirganî ye ligel Iraqê, lewma em hêvî dikin Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve rêzê li mafê gelê Kurd bigre.”




