Nêçîrvan Barzanî: Ji bo vegerandina koçberên Iraqê emê alîkariyê bikin
__2018_07_05_h14m16s40__HK__2018_07_05_h16m32s48__ER.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke UNHCR civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya Kurdistan kir li ser hewandin û alîkariya koçberan. Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku ji bo koçberên Iraqê vegerin ser mal û halê xwe dê hikûmeta Kurdistanê alîkariyê bike.
Îro 5-7-2018 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Emîn Ewad Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê ya Komîsyona Bilind a Penaberan a serbi Neteweyên Yekbûyî UNHCR û Brono Gîdo Berpirsê Komîsyonê li Iraqê, û şanda bi wan re, kir.
Di wê hevdîtinê de, Emîn Ewad spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir li ser pêşwazî û hewandina koçber û penaberan û li ser pêşkêşkirina alîkarî û xizmetan ji wan re. Herwiha behsa pilana ajansa xwe kir ya ji bo vegerandina wan koçberên Iraqê bo ser gund û malê xwe û baştirkirina jiyana penaberan di nava kampan de.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya UNHCR kir li ser şandina alîkariyan ji koçber û penaberên li Kurdistanê re û li ser hevahengî û hevkariya ligel dezgehên hikûmeta Kurdistanê. Herwiha tekez kir ku hikûmeta Kurdistanê hêj amade ye ji her alîkarî û hevahengiyekê re ligel hikûmeta Iraqê û UNHCR ji vegerandina koçeran bo ser mal û gundên xwe, ew jî piştî ku baweriya wan vegere ku ti metirsî li ser jiyana wan tune ye û asayiş û ewlehî bicîh bibe.
Şanda mêvan ev alîkariya Serokwezîrê Kurdistanê bin nirxand û spasî wî kir.




