10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Japonyayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Japonya li Iraqê û konsulê wî welatî li Kurdistanê kir.

Îro 5-7-2018 danê sibê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka dîplomatîk a Japonya kir ku ji balyozê Japonya li Bexdayê Fumio Iwai û konsulê wî welatî li Kurdistanê Katsumi Moriyasu pêk hatibû.

Hevdîtinê de balyozê Japonya ji ber xilasbûna heyama karê xwe li Iraqê, xatirê xwe ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xwast û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên Hewlêr û Tokyo berfirehtir bibin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyozê Japonya kir ji ber kar û çalakiyên wî yên li Iraq û Kurdsitanê û jê re serkeftin xwast, her wiha spasiya hikûmeta Japonya jî kir ku alîkariya Kurdistanê kiriye.

Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar