10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Emê ji Efrînê derkevin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Berdevekê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ragihand ku artêşa Tirkiyê heta demeke din li Efrînê dimîne û paşê Efrînê ji bo xelkê wî bajarî bicih dihêle.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ji televîzyona dewlata Tirkiyê TRT Haberê ragihand ku jiyan li Efrînê asayî bûye û artêşa Tirkiyê heta demeke din li wir dimîne.

Hamî Aksoy diyar kir ku ji 16 welatên cuda nûnerê 32 dezgehên medyayî birine Efrînê û got: “Li dijî Tirkiye derbarê Efrînê de zanyarî têne belavkirin. Îro hûn jî li vir in û dibînin. Jiyan asayî bûye, jin ligel zarokên xwe bazarê dikin. Bajêr têra xwe zindî ye. Li vir, me Efrîneke rûxiyayî nedîtiye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Aksoy got: “Me teror ji nav bir û em ê Efrînê ji Efrîniyan re bicî bihêlin. Berî demekê Efrîniyan ji bo xwe encûmenek pêkanîn, ku Kurd, Tirkeman û Ereb têde ne. Gav bi gav pêkhateyên asayiş û serbazî radestî wan tê kirin. Tirkiye heta demeke din li wir dimîne.”

Bi gotina Berdevkê Dezareta Derve ya Tirkiye, bêhtirî 140 hezar kes vegeriyane Efrîn û ev yek bi mezintirîn belgeya asayibûna jiyanê li wî bajarî wesif kir.

Nûçeyên têkildar