Serok Barzanî karên terorîstî yên bajarê Sedir şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de kirdarên terorîstî yên bajarê Sedir şermezar kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstiya şeva derbasbûyî ya bajarê Sedir şermezar dikîn ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarekî zêdeyî hemwelatiyên bêtawan. Serxweşiyê li kesukarên şehîdên wê êrîşa terorîstî dikîn û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Ew êrîşa terorîstî nîşana eweye ku hê jî DAIŞ û teror bi dawî nehatiye wekî wê yekê propagandaya wê dihate kirin û heta niha jî terorîst gefin li ser asayîş û jiyana hemwelatiyan.
Mesûd Barzanî
07.06.2018”




