Peyama pîrozbahîya Mesrûr Barzanî bi boneya 36 salvegera şoreşa Gulanê

Bi boneya 36 salvegera hilbûna şoreşa Gulanê, gerimtirîn pîrozbahîya xwe arasteya hemû alîyan dikim, bi taybetî jî arasteya pêşmerge yên qehreman dikim ewên ku pişkdarîya evê şoreşê kirine, ez serê xwe jî ji bo hemû malbatên şehîdan diçemînim.
Hilbûna şoreşa Gulanê temamkerê şoreşa mezina Eylûlê (rezber) bû, di vêderê de weha hat tekezkirin, ku îradeya gelê kurd ji hemû pîlanan bi hêztir e.
şoreşa gulanê şoreşa vegerandina hêvî û nûkirina gîyana xebat û berevanîyê bû, çêbûna şoreşa Eylûlê, ji bilî hemû arîşe û giriftan çêbûna xebata fireh alî bû û Kurdan jî xebat û hemahingî û hevsengirîyê azmûn girt, eve jî bo kurdan destkeftineka mezin bû, ku yek ji wan desftkeftan jî encama raperîna sala 1991 an bû.
Di evê salvegerê de li cihê xwe ye, ku em behsa evê çendê bikin, rewşa niha ya kurdan jî bi heman gîyana şoreşgerî û yekrêzîyê ye û her bi evê awayê jî em dê gelê xwe ber bi kenara aramîyê û bextewerîyê ve bibin.
Hezar silav bo gîyana paka şehîdên şoreşa Gulana pîroz û bo hemû şehîdên rêya rizgarîya Kurd û Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
26-05-2012




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)