10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fazil Mîranî: Kurd dê bi merc piştgiriyê li serokwezîrê nû yê Iraqê bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku vê carê di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de dê helwesta Kurdan ne vekirî be û ewê bi merc piştgiriyê li serokwezîrê nû yê Iraqê bikin.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî kir li Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay û di wê hevdîtinê de behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê hat kirin.

Fazil Mîranî derbarê serdana şanda PDKê bo Bexdayê û hevdîtina wê şandê ligel aliyên Iraqî got ku ew şand çûbû ji bo ku helwest û nêrîna aliyên Iraqî nas bike.

Mîranî da zanîn ku vê carê di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de dê helwesta Kurdan ne vekirî be û ewê bi merc piştgiriyê li serokwezîrê nû yê Iraqê bikin, ku di serî de pêwîst e destûrê Iraqê were cîbicîkirin û hevsengî li Iraqê hebe û hemû pêkhate di deselat û biryaran de beşdar bibin, herwiha berjewendiyên Herêma Kurdistanê parastî bin.”

Konsulê Tirkiyê jî kêfxweşiya xwe nîşan da bi vê hevdîtinê û tekez kir ku welatê wî piştgiriya hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û beşdariya hemû pêkhateyan di hikûmeta bê ya Iraqê de girîng e.

 

Nûçeyên têkildar