10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“Erebên Iraqê helwesta baş a Kurdistanê qet jibîr nakin”

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir li ser alîkarî û hewandina koçberên Iraqê.
Roja dûşem 28.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê û şanda li gel kir.
Di vê hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê spasî gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir ji bo alîkarî û hewandina koçber û lêqewimiyên Iraqê ya di çend salên derbasbûyî de û pêzanînên xwe hebû ji bo rol û bandora Serok Barzanî li penadana koçberan û bi helwestekî dîrokî binavkir ku tu demekî nayê ji bîr kirin.

Her di vê civînê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha her dû alî li guftûgokirina nêrînên li ser proseya siyasî û bernameya hikûmeta dahatû de tekez li ser hemahengiyê kirin.

Nûçeyên têkildar