9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

PDK Û YNK teror kirina sê jinê çalakvanê Kurd şermezar kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Bajarê Silimaniyeyê kir û ji aliyê Rayedarên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Hêro Îbrahîm ve hate pêşwazî kirin û di civîneke dostane de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî rewşa tendirostiya Talebanî ji hevjîna vî pirsî û nav hatî jî agehî dan Serok Barzanî.

 

Piştî vê civîna han ya dostane, civîna hevbeş ya her du mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî hate saz kirin û piştî bi dawî hatina vê civîna han jî encamnameya civînê ji raya giştî re hate pêşkêşkirin.

 

Di vê encam nameyê de hatiye gotin ku, di destpêka civînê de Cîgirê Sekreterê YNK Kusret Resûl spasiyên xwe û yên YNK pêşkêşî Serok Barzanî kiriye û gotiye her di yekem roja aloz bûna rewşa tendirostiya Talebanî de heta niha Serok Barzanî gelek bi peroşî ev rewşa han şopandiye û hertim pirsa rewşa tendirostiya Talebanî kiriye û çend carek jî her bi vê minasebeta han serdana Silimaniyeyê kiriye û bi Rayedarên YNKê re civiyaye.

 

Li hember de jî Serok Barzanî diyar kir ku, hem ez û hem jî hevalên me yên din ên PDKê gelek proşa rewşa tendirostiya Talebanîn û hêvî dikin zû rewşa vî baş bibe û wegere Kurdistanê û beşdariya civînên me yên pêşerojê bike.

 

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de gotiye: Talebanî bi tenê ne yê YNK ye belkû yê PDK û tevahiya Gelê Kurde, Serok Barzanî herwiha tekez li ser bihêztir kirina hevpeymaniya heyî ya di navbera PDK û YNKê de kir û ragihand ku, ev yek peyameke gelek girînge bo dost û Neyaran.

 

Di vê civîna han de çend babetên girîng weke rewşa Kurdistanê, rewşa Îraqê, aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa Deverên Kurdî yên ji Derveya Kurdistanê, meseleya hilbijartinan û  xwepîşandanên heyî yên di nava Bajar û Parêzgehên Îraqê de hatin nirxandin.

 

Di civînê de rewşa Îraqê di çarçoweya ev aloziyên heyî û xwepîşandanên heyî yên li Parêzgehên Îraqê û herwiha aloztir bûna kêşeyên heyî û aloziya rewşa siyasî ya Îraqê bi awayekî berfire hate nîqaşkirin û bi dilgiranî ev xwepîşandanên heyî yên ku, rojbiroj berfire dibin hatin nirxandin.

 

Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, kêşeya sereke ya Îraqê meseleya desthilatdariye yaku, bûye sedema baş birêvenebirina Îraqê û ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.

 

Her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku, rêya herî baş ya çareser kirina wan kêşeyan serrast kirina rêrewa desthilatdariya Îraqê ye û di warê serrast kirina vê rêrewa han de hevpeymaniya nîştimanî xwedan roleke serekeye.

 

Di derbarê meseleya xwepîşandan û daxwazên wan de jî her du alî piştgîriya xwe bo xwepîşander û daxwazên wan ragihandin û gotin ku, ev daxwazên han daxwazên destûrî û qanûnîne.

 

Di beşeke din ya vê civîna han de behsa aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên girêdayî bi rewşa Deverên Kurdî yên li Derveya Kurdistanê kirin û ragihandin ku, em li ser siyaseta xwe ya berê a di derbarê wan Deveran de biisrarin û bi ti awayî qebûl nakin ku, rastiyek anjî waqêek nedestûrî li ser wan Deveran were sepandin û bo çareser kirina kêşeya wan Deveran jî pêwîste daxwazên Kurdan bi taybetî madeya 140 ya destûra Îraqê bilez werin bicîhanîn û bi ti awayî nayê qebûlkirin ku, cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê bi zanabûn were paşdexistin.

 

Di beşeke din ya vê civîna han de rewşa Kurdistanê jî hate rave kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina hevpeymaniya nîştimanî û bihêztir kirina nav mala Kurd û domandina civînên heyî yên bi opozsiyonê û herwiha piştgîrî kirin li bihêztir kirina çanda diyalog û giftûgoyan kir.

 

Di dawiya vê civîna han de rewşa Tirkiyeyê û guhertinên dawî yên li vê welatî jî hatin nirxandin û destpê kirina pêvajoya giftûgo kirina rasterast ya Tirkiyeyê a bi birêz Ocelan re weke werçerxaneke Dîrokî wesif kir û her du aliyan jî kêfxweşiya xwe ya li hember vê pêvajoya han diyar kir û ragihandin ku, bo pêşde birina vê pêvajoya han amadene bi her awayî hevkarî bikin û di dawî de jî her du alî bi tundî bûyera kuştin 3 jinên çalakvan yên Kurd li Parîsê şermezar kir û daxwaz ji aliyên têkeldar yên Franseyê kirin daku, faêlin vê bûyera han bilez eşkere û radestî Dadgehê bike

Nûçeyên têkildar