Peyama pîrozbahîya poltîburoya PDK bi boneya salvegera şoreşa 26 Gulan

Îro 36 salin bi ser hilbûna şoreşa Gulana niştimanî pêşkeftîxwaz derbaz dibe, ev şoreşa ya ku bi rêhênmaya Barzanî yê nemir û serpereştîya hevalên me Idrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û bi serkirdeya partîya me hat bi rêvebirin, ji bo rasîtya tal a ku piştî şikestina şoreşa Eylûlê bi ser Kurdisanê hatibû, ji nû ve hêvî çêkir û hilgirê heman armancên şoreşa Eylûlê bû û bo rejîma dîktator û pîlangerên din wek bersivekê bû.
Di evê salvegerîyê de em xebata şoreşgêran bi bîra xwe dihênin, ku wan gira şoreşa hilkirin, û dirêjahî bi evê xebatê dan heta ku gihaya îro û bi taybetî pêşmerge yên gîyana xwe ji bo vê şoreşê dane.
Şoreşa Gulanê di maweya 15 salan di xabata çekdarî de û di rewşeka dijwar de a ku gel û welat tê de derbaz dibû berdewam kir, ji bilî vê çendê jî pêkolên hukûmetê ji bo qirkirina evê şoreşê berdewam dibû, lê belê bi hikmet û dûr dîtinê serkirdeya evê şoreşê li serê wan serok Barzanî û pişmergeyên qehreman û bihêndirêja gelê kurdistanê dikarîn ev şoreşa han ber bi qunaxeka nû de bibin.
Îro dema ku em evê şoreşê bi bîra xwe dihênin, ji bilî evê azadîyê ku niha em tê de dijîn, hilbijartina parlîyamentê û pêkanîna hukûmetê û ragihandina fedralîyetê bo pêwendîyên navbera herêmê û hukûmeta navendî de, diruşma evê şoreşê bûn, herweha pêngavên dinên wek derêxistina komek qanûnên rêxistina jîyana xelkê li herêmê, ku bingeha pêşve birinê û demokrasîyê û binemayên mafê mirovan bû.
Eger em bi çaveka lez temaşeya biwarên xizmetguzerîya herêma kurdistanê bikin wek di biwarê avakirinê, saxlemîyê, zanistîyê û perwerde em dibînin, ku komek ji nexweşxane, bingehên saxlemîyê, dibistan û peymangeh hatine ava kirin, herweha rêxistina pêşmerge di biwarê berevanîyê, supa, organên cuda cuda wek hêzên asayîşê û navxwe de û pêşkêşkirina xizmetguzarîyam rojana bi evî xelikî, herweha anîna kompanîyan, sermayeya bîyanî bo herêmê bi mebesta weberhênanê, şandina petrolê û bi hêzkirina bazirganîyê, sûd wergirtin ji teknolojîya nû, û bi çendan xizmetên din, lê armanca me niha eve ku em bikarbin xizmeteka zêde pêşkêşa hevwelatîyan bikin em qanûnê bi çespênin, dabînkirina dadwarîya adaletê, bilindkirina asat jîyanê, geşepêdana jîyana medenî bi gîyana pêşmerge û buhaye pîrozên şoreşê dabîn bikin.
• Silav li 36 salvegera şoreşa Gulana niştimanî, silav li pêşmerge.
• Silav li gîyana paka şehîdên şoreşê
• Silab li gîyana paka Barzanîyê nemir û kak Idrîs serkirdeya herdemîya zîndî.
Polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê
26 Gulan 2012




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)