Mensûr Barzanî: Pêşmerge azad in ku dengê xwe didin kîja alî

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêza Taybet a Gulanê Mensûr Barzanî daxwaz ji hêzên ewlehiyê û welatiyên Kurdistanê kir ku biçun ser senduqên dengdanê û dengê xwe bidin yê ku baweriya wan pê tê.
Piştî dengdana xwe li yek ji navendên taybet bi dengdana hêzên ewlehiyê, Mensûr Barzanî ji medya re axivî û daxwaz kir ku ji bo xwîna şehîdên Kurdistanê vala neçe, pêwîst e hemû alî dengê xwe bidin wê partiyê û wan berbijêrên ku bawerî bi wan tê kirin.
Mensûr Barzanî hêvî jî xwest ku piştî hilbijartinan hemû aliyên Kurdistanê pêkve di xula çarem a Parlamentoya Iraqê de kar bikin ji bo mafên Kurdistanê yên ku bidestve nehatine.
Fermandarê Hêza Gulan derbarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Pêşmerge azad in ku dengê xwe didin kîja alî. Pêşmerge dizanin ku kê bergirî li axa Kurdistanê kiriye.”




