Trump: Amerîka ji rêkeftina etomî ligel Îranê vekişiya

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Amerîka ji rêkeftina etomiya bi Îranê re vekişiya.
Donald Trump îşev saet 21:20 li gorî dema Hewlêrê li Koşka Spî biryara xwe ya derbarê rêkeftina etomiya ligel Îranê de aşkere kir.
Trump di gotarekê de bi fermî vekişîna Amerîka ji rêkeftina etomiya bi Îranê re ragihand.
Herwiha Trump got, ew dê cezayên herî tund ên aborî bi ser Îranê de bisepînin.
Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, Amerîka dê hemû wan cezayan li ser Îranê bisepîne, ku di encama rêkeftina etomî de hatibûn rakirin.
Donald Trump herwiha di gotara xwe de diyar kir, ku pêwîst e rê li reftar û siyasetên xirab ên Îranê yên li Rojhilata Navîn bihê girtin.
Ev daxuyaniya Serokê Amerîkayê di demekê de ye, ku biryar bû roja Şembiya bihê 12ê Gulanê biryara xwe ya li ser rêkeftina etomî ya bi Îranê re aşkere bike.
Donald Trump duh Duşemiyê 7ê Gulanê di peyameke twîterî de ragihandibû, ku dê roja Sêşemiyê biryara xwe ya derbarê rêkeftina etomî ya li gel Îranê de rabigihîne.
Rêkeftina etomî ya navbera Îran û welatên grûpa 5+1 di sala 2015ê de û di serdema serokatiya Barack Obama de hat îmzakirin. Di çarçoveya wê rêkeftinê de, ceza û dorpêçên li ser Îranê hatin kêmkirin û Îranê jî qebûl kir, ku hin çalakiyên xwe yên bernameya etomiya xwe rawestîne.
Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn li dijî derketina Amerîka ji rêkeftina etomî ya bi Îranê re ne û gelek hewl dan, ku Donald Trump razî bikin, ku vê rêkeftinê biparêze.
Li aliyekê din, hin welatên din ên weke Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û çend welatên din piştgiriya helwesta Trump dikin.




