Brîtanya: Em piştgiriyê li mafên destûrî yên Kurdistanê dikin

Brîtanya-KDP.info- Balyozê Brîtanya li Iraqê helwesta welatê xwe li hemberî hikûmeta bê ya Iraqê nîşan da û got ku ew piştgiriyê li hikûmeteke hevbeş li Iraqê dikin.
Îro 6-5-2018 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Con Wêlkis û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hilbijartinên bê, hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî got ku ev hilbijartinên Iraqê çarenivîsaz in û ragihand ku piştî hilbijartinan ewê li Herêma Kurdistanê hewl bidin ku bi hevpeymaniyekî yekgirtî û bi yekhelwêst biçin Bexdayê.
Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê li ser bingeha pêbendbûn bi destûrê Iraqê nexasim jî madeya 140, kar ligel aliyên Iraqê bike.
Derbarê mafên Herêma Kurdistanê jî, Mesrûr Barzanî amaje bi madeya 132 ya destûrê Iraqê kir ku tê de behsa qerebûkirina wan kesan tê kirin ku ziyan dîtine li ser destê rêjîma Beis, ku bi sedhezaran kes li Kurdistanê pêwîst e bên qerebûkirin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanya li Iraqê Con Wêlkis tekez kir ku welatê wî piştgiriyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û got jî ku ew piştgiriyê hikûmeteke hevbeş jî dikin li Iraqê, ku hemû pêkhate tê de beşdar bin.




