10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Yên dijatiya referandumê dikirin, nikarin li Bexdayê berevaniyê li mafên me bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û yek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesrûr Barzanî îro di gotarekê de bo xwandekarên zanîngehan li Hewlêrê ragihand, ewên ku dijatiya referandumê dikirin, nikarin li Bexdayê berevaniyê di ber mafên gelê Kurd û Kurdistanê de bikin

Îro Pênşemî 26ê Nîsana 2018an, Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî di kempîna hilbijartinan a lîsta partiya xwe, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de kir û gotarek pêşkêş kir.

Di beşeke gotara xwe de Mesrûr Barzanî amaje bi birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12ê Gulana îsal de kir û ragihand: “Li gorî me ev hilbijartin teheda ye, çimku me ji bo diyarkirina mafê çarenivîsa netewa xwe beşdarî di referandumê de kir, lê belê gelek mixabin ji ber xiyaneta çend kesan ev encama ku em li bendê bûn, heta niha bi dest nehatiye, lê belê ev yek wê wateyê nade ku rê li ber me tên girtin, belku em bi hemû şêweyekê xebatê dikin ji bo bi dest xistina wê mafê çarenivîssaz.”

Mesrûr Barzanî got: “Me qet nexwastiye ku şer çê bibe, nexweşî çê bibin û dijminkarî di navbera me û beşên din ên Iraqê de hebe, lê belê berovajî wê yekê, gelek alî hebûn ku xwastin bi qestî niyet û armanca milletê me bi şêweyekê din şirove bikin û êrişeke nerewa kirine ser Kurdistanê. Mixabin bi hevkariya çend aliyên xwefiroş û xakfiroş, karîn kêşeyeke mezin bo welatê me çê bikin.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Referanduma me bo wê yekê bû, ku em vî mafî bi dest bixin, niha jî eger em nikarin bi şandina nûnerên rasteqîn ên we bo Bexdayê berevanî li vî mafê çarenivîssaz û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bikin, em dê li ser heman rêyê berdewam bin û berevaniyê li vî mafî bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Piştrast bin, ewên ku dijatiya referandumê kirine, sibê li Bexdayê jî piştgirî û berevaniyê li berjewendiyên gelê Kurd nakin.”

Bi gotina Mesrûr Barzanî, “eger encamên referandumê weke niha neba, dê gelek aliyan xwe bikirina xwediyê wê.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Beşdariya law û xwendekaran di hilbijartinan de çarenivîsaz e. Divê bi dengê we yê rasteqîne, nûnerekî bişînin Bexdayê ji bo bikaribe mafê me biparêze. Ewê dijayetiya referandûmê bûn, li Bexdayê jî piştevanî û berevaniyê li mafê we make.”

Mesrûr Barzanî amaje bi dîroka Kurd kir û got: “Her destkeftek ji Kurdistan û netewa me re hatibe, di jêr sîber û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûye, ji şoreşa Îlonê û ta şoreşa Gulanê, raperînê û dirustkirina hikûmet û parlemantoyê, dabînkirina mafên Kurd di destûra Iraqê de, rûbirûbûna teroristên DAIŞê û dawî car tomarkirina destan û serweriya li Pirdê, Sihêla û berevanîkirina li niştiman.”
Di beşek din de jî got: “Niha du enî dirust bûne, eniyek parastina rûmeta Kurdistanê, buha, sembol û xebata netewa gelê û parastina xwîna şehîdan dike. Eniyeke din jî her hewlekê ji bo van rûmetan bişkîne û radestî aliyekî din bike dike. Dilniya bin Partiya Demokrat a Kurdistanê jî ji eniya parastina rûmeta Kurdistanê ye.”
Amaje bi wê jî da: “Dema êrîşa dirande a DAIŞê bi ser Kurdistanê de hat, hûn û Pêşmergeyên PDKê ji berî her kesî li pêşiya şer bûn, bi hevkariya têkoşerên din jî. Lê PDK pêşenigiya wan têkoşer û xebatkaran bû û PDKê bi riya têkşikandina wê rêxistina terorê, Kurd bi hemû cîhanê dan nasandin. Bila ji bîra we neçe ku kê bergirî li keramet
şikoya Kurdistanê kir.”
Got jî: “Xwîna me ji xwîna wan şehîdan paktir nîn e, ku ji bo vî welatî rijandine û em hemû deyndarê şehîdan in û xebata wan Pêşmergeyên ku niha li eniyên şer in, nabe li ser hesabê ked û xwîna Pêşmerge û qurbanîdana xelkê Kurdistanê, xelkekî dikin bikin xwediyê xwe.”
Amaje bi wê jî kir: “Divê her kesek beşdarî hilbijartinan bibe. Tekez dikin em rijd in li ser mafê çarenivîsa xwe û di riya nûnerên li Bexdayê berevaniyê li we dikin û di asta baweriya we de dibin. Ewê li ser riya PDKê û perwerdeya PDK û Barzanî ye, rastgo dibe û li bexdayê jî berevaniyê li we dike û ji her kesekê din zêdetir di xema we de ye. Careke din daxwaz ji we dikim, deng bidin Partiya Demokrata Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar