10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

NY: Sedemê aloziya rojhilata navîn pirsgirêka Kurd e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku çend sedemên aloziya li Rojhilata Navîn hene û yek ji wan jî pirsa Kurd e.

Antonio Guterres di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser rojeva Sûriyê de behsa metirsiyên mezin ên li ser aramî û seqamgiriya Sûriye û Rojhilata Navîn kir.

Guterrres got: "Şerê sar vegeriya. Lê vê carê bi hestê tolhildanê û bi cudahiyên xwe ve vegeriya. Berê ji bo astengkirina alozî û gengeşeyan mekanîzmayek hebû lê niha ew jî nemane."

Sekreterê NYê, ji bilî pirsgirêka Filistînê yekemîn car bû ku behsa pirsa kurd û Birayên Misliman jî kir û wiha axivî: "Hinek faktorên din hene, ku aloziya li herêmê zêdetir dikin. Ew jî helwestên cuda yên li hember rewşa kurdan û Birayên Misliman e."

 

Nûçeyên têkildar