10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir li Serokê Parlamentoya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan sersaxî ji Serok Barzanî re xwest li ser koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî.

Îro Yekşemê 8-4-2018 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî kir li Selîm Cibûrî û şanda ligel wî.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Parlamentoya Iraqê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest û hevxemiya xwe nîşan da.

Selîm Cibûrî tekez kir li ser rol û pêgeha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di qonaxên borî û niha pêşerojê de di proseya bidestanîna aramî û hewandina koçber û awareyan.

Herwiha di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa proseya siyasî ya Iraqê û hevkêşe û pêşhatên siyasî yên nû hat kirin û amaje bi aloziyên li pêşiya proseya siyasî kirin.

Di wê civînê, herdû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku li hemberî pêşhatên siyasî di pêwendî û şêwrên berdewam de bin.

Nûçeyên têkildar