10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka: Hêzên me dê li Sûriyê bimînin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Berpirsekî Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna ewlehiya nîştimanî de hate qanehkirin ku hêzên Amerîkî li Sûriyê bimînin.

Serokê Amerîkayê berî çend rojan gotibû: “Sedema me ya sereke li mana Sûriyê, jinavbirina DAIŞê bû û hema hema me ev erka xwe pêk aniye. Niha em dê di demeke kurt de ligel welatên herêmê biryara xwe bidin.”

Îro Koşka Spî civîna di Encumena Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê de derbarê Sûriyê de biryara xwe da.

Berpirsekî pilebilind ji Encumena Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê ji Reutersê ragihandiye ku Trump dixwaze paqijkirina DAIŞê li Sûriyê misoger bike û lewma biryar daye heta heyameke din jî leşkerên Amerîka li Sûriyê bimînin.

Herwiha Trump ji bo aramiya Sûriyê daxwaza hevkariyê ji welatên herêmê kiriye.

Nûçeyên têkildar