Ebadî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest ji ber koça dawî ya birayê wî Dilovan Idrîs Barzanî.
Peyvendiyek telefonî li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraq a federal Heyder Ebadî de pêkhatiye û Ebadî ji ber koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwestiye û hevxemiya xwe li gel Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî parve kiriye.
Herwaha Ebadî ragehandiye: “Hêvîdar im xwedêyê mezin bi beheşta xwe ve rehmetî şad bike û ev bibe xema dawî ya malbata Barzaniyan.” Li hember vê yekê Nêçîrvan Barzanî ji ber wê peywendiya telefonî û sersaxî û hevxemiya Ebadî spasiya wî kir.




