Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê çend mijarên girîng gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel wezîrê navxwe yê Iraqê û şanda gel civiya û pêşketin û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û biryara vekirina balefirgehên herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Îro 14.03.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel wezîre navxwe yê Iraqê Qasim El Erecî û şanda li gel civiya û di hevdîtinê de pêşhateyên guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û biryara vekirina balefirgehên herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Herwaha bendewarî û hêviyên xwe anîn ziman ku ev pêngav bibe sedemê bingehê bawerî û pêngavên din ên rêkirina mûçe û çareseriya pirsgirêkên din.
Her du aliyan diyar kirin ku îradeya rasteqîn a çareseriyê û giringiya berdewamiya guftûgo û lihevtêgeheştinê bo çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingehê destûra Iraqê vekir.
Hevdîtinê de wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî jî amade bû, rewşa ewlehiya Iraqê û herêma Kurdistanê û metirsiyên terorê hatin gotûbêj kirin û her du aliyan li ser giringiya zêdetir bo alîkarî û hemahengiya ewlehiyê û bi hev guhertina zanyarî û karên hevbeş ên her du wezaretên navxwe ya herêma Kurdistanê û Iraqa federal û saziyên peyvendîdar ên her du aliyan bo dijî terorîzmê û metirsiyên terorê hevkarê hev bin, hatin gotûbêj kirin.




