Fermandarên leşkerî: DAIŞ dîsa derketiye..Metirsî li ser Kerkûkê heye

Hewlêr-KDP.info- Çekdarên DAIŞê bi şev ji ser gir û çiyayên sînorê Kerkûk û Selahedên dadikevin û ber xwe didin nava bajar û gundan, ku nêzîkî 200 çekdarên wan li sînorê Kerkûkê mane û herwiha ew çekdarên DAIŞê yên ji Hewîce hêj mane û rojane berwerdeya leşkerî dikin.
Rêveberê berê yê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera DAIŞê li nêzîkî gundên Zerge û nahiyeya Reşad zêde bûye, ku bi şev dadikevin nava xelkê û bi roj jî vedgerin çeperên xwe.”
Di çend şevên borî de li gundên Elbumehmûd û Xêde yên Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser hêzên Iraqê, herwiha ji nahiyeya Reşad heta Çiyayê Hemrîn zêdetirî 20 çekdarên Heşda Turkmanî kuştine. Li nahyeyên Ebas û Zab jî ew çekdar tên dîtin û bi şev êrîş dikin.
Bi gotina Serhed Qadir, li sînorê nahiyeya Riyaz û gundên Medîne û Xerbet Ezîz, çekdarên DAIŞê hene û di êrîşekê de Rêveberê Polîsên Riyaz Eqîd Fazil û kurê wî û çend zêrevanî wî hatin kuştin.
Lê Rêveberê berê yê Polîsê Dobiz Eqîd Kawe Mela Perwêz ji malpera KDP.info re ragihand: “Armanca wan çekdarên DAIŞê hêzên Iraqî ye û armanca wan ne sivîl in. Li nahyeyên Hewîce û Reşad û Riyaz hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hene û çend gundên din bi eşkere tên dîtin. Lê heta niha ti navçeyeke diyarkirî di destê wan de tune ye û tenê êrîşî hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dikin.”
Li gorî wan agahiyên di destê Serhed Qadir de, hejmara çekdarên DAIŞê niha li derdora Hewîce 200 çekdar e û rojane berwerdeya leşkerî dibînin, herwiha li nava bajar û bajerokan jî şaneyên wan hene û girûpên din ên tundrew mîna Qaîde û Neqişbendî alîkariya wan dikin.
Kawe Melaperwêz ku niha Rêveberê Navendeke Polîsan e li Kerkûkê, ragihand: “Di dema operasyona rizgarkirina Hewîce de DAIŞ ti bergirî nekir û kontrolkirina wî bajêrî jî li gorî rêkeftinê bû, lewma jî çekdarên ku li wê deverê bûn hêj mane û nehatine kuştin û girtin.”
Serhed Qadir jî ragihand: “Metirsiya derketina DAIŞê li Kerkûkê heye, ji ber ku berê lêkolîn ligel xelkê ku dihatin Kerkûkê, dihat kirin û kes bê razîbûna asayişê nedihat nava Kerkûkê, lê niha her kes dikare bê Kerkûkê û nava bajar tije çekdarên berê yên DAIŞê bûne û her deqeyekê eger heye ku êrîş bikin.”




