10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

HDP: Em ji parlemantoya Tirkiyê venakişin

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand, heta ku ew yek parlementer jî bimînin dest ji Parlementoya Tirkiyê nakişînin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li bajarê Diyarbekirê axivî û di derbarê zextên li dijî parlementerên HDPê de got, hikûmeta AK-Partiyê dixwaze HDPê li dervayî parlementoyê bihêle. Lê ew yek parlemeneter jî bimînin dest ji parlementoya Tirkiyê nakişînin.

Pervîn Buldan amaje bi wê jî kir, heger ew ji parlementoyê vekişin wateya amedekariyên hilbijartinên 2019an jî namîne, lewma HDP ne ji parlamentoyê vedikşe û ne jî hilbijartinan baykot dike.

Heta niha mafê parlemanteriyê ji 8 parlementerên HDPê hatiye standin, herwiha ligel wê, 9 parlemanter jî di girtîgehan de ne.

 

Nûçeyên têkildar