Serbest Lezgîn: Herêma Kurdistanê herdem dê piştivanî û alîkariya kurdên rojava bike

Endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Serbest Lezgîn di smînareka taybet da digel kadir û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê li sînurê qeza Zaxo nûçeyê daxstina sînurên herêma Kurdistanê li Kurdên rojava ret kir û xuyakir ku li van nêzîkan herêma Kurdistanê bizava şandina alîkariyan dike bo deverên Kurdistana rojava û lidor vekêşana pêşmerge ji deverên Kurdistanî ku li dervey herêma Kurdistanê ne dibêje: bi hîç rengekî pêşmerge wê deverê bicîh nahêlît.
Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî li Zaxo got gotên daxistina sînurên rojavayê Kurdistanê bi karekê têkderane li qelem da û xuyakir ku sînurên herêma Kurdistanê li hember Kurdên rojava herdem vekirîne.
Serbest Lezgîn xuyakir jî ku di pilana herêma kurdistanê da heye bi rengekê berfirehtir hevkariya Kurdên rojava bike ew jî şandina rêjeyeka pêwîst ji alîkariyan bo Kurdistana rojava û got: niha kar li serwêçendê dihête kirin jibo aliyeta şandina dê çawa bê û herêma Kurdistanê herdem dê piştivaniya kurdên rojava bike.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)