10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsên Şingalê ji ber xerabiya rewşê hişyariyê didin..Terorîsêtên DAIŞê vedgerin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şingalê ji ber rewşa xerab a Şingalê hişyariyê didin û dibêjin, rewş pir nexweş e û roj bi roj xerabtir jî dibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane binpêkirin li Şingalê zêdetir dibin û eger rewş bi vî awayî biçe, nedûr e ku şerekî mezin çêbibe, ji ber ku Hikûmeta Iraqê bi alîkariya Heşda Şeibî bi hênceta vegerandina koçberan bo navçeyên wan, terorîstên DAIŞê tîne Şingalê.”

Şingal bûye navenda hevrikiya hêzên nerewa

Şeşo dibêje her girûp û hêzekê perçeyek ji Şingalê xistiye bin destê xwe û bi kêfa xwe kar tê de dikin û yasayên wan ên taybet hene û cîbicî dikin, ku Şingal bûye navenda hêzên nerewa.

Derbarê rewşa Şingalê, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî dibêje, hemû hêzên ku li Şingalê ne neyasayî ne û heta rewş bi vî awayî biçe û hêzên neyasayî li Şingalê hebin dê Şingal bibe qurbanî ji berjewendiyên wan re û ti xizmetek ji navçeyê re nayê kirin.

Serhildana kirîzan li Şingalê

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha li Şingalê hemû qeyran çêbûne û Heşda Şeibî rê nade xelkê Şingalê ku bên Dihokê û xelk di bin deselata Heşda Şeibî de hemû awayên êş û nexweşiyan dîtine.”

Hevdem Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha zêdetirî 80% ji xelkê Şingalê koçber bûne û 20% jî li Şingalê ne, Heşda Şeibî û PKKê nahêlin ew 20% serdana Herêma Kurdistanê bikin. Xelkê Şingalê di bin deselata Heşda Şeibî de nexweştirîn rojên xwe derbas dikin, ku Heşda Şeibî hemû derî li pêşiya wan girtine.”

 


 

Nûçeyên têkildar