Azîzî: Şer li Sûriyê bidawî nayê..Ti alî pêbendî agirbestê nebûye

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Tevî derketina biryarekê ji Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ji bo rawestandina şer li Sûriyê, lê hêj şer û pevçûn berdewam in û berpirsekî ENKSê jî dibêje, ti aliyek pêbendî wê biryarê nebûye û şer li Sûriyê ranewestiya ye.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara Encûmena Ewlehiyê ya ku roja 24ê meha borî hat derxistin ne biryareke bi zorê ye û tenê ji aliyê axlaqî ve pêwîst e hemû alî pêbendî wê bibin.”
Azîzî wiha got: “Heta niha ti aliyek pêbend nebûye bi wê biryara rawestandina şer, ku Tirkiye û Rûsya û Sûriye û hêzên PYDê û opozisyona Sûriyê berdewam in li ser şer.”
Derbarê rewşa Efrînê jî, Azîzî wiha got: “Mixabin rewşa navçeyê pir aloz e û ti pêşbînî tune ne ku şer bi dawî were, ku berovajî hemû alî rijd in li ser berdewamiya şer û bawer nakim kes pêbend be bi rawestandina şer.”




