10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi hezaran kes serdana mezarê nemiran li Barzan kirin

Çavkanî: KDP.info

Barzan-KDP.info- Îro hejmareke mezin ji Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê berê xwe dan mezarên nemiran li devera Barzan, ji ber ku sibe 39emîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemin.

Piraniya xelkê ku îro serdana mezarên nemiran kirin ji Hewlêr û Kerkûkê bûn, ku piştî gihîştin wir, ji aliyê nûnerê Serok Barzanî ve hatin pêşwazîkirin û tacên gulan danîn ser mezarê nemiran.

Di rojên bê de dê hejmareke mezintir serdana mezarê nemiran bikin, nexasim jî sibe.

Di 1ê Adara sala 1979ê de, serkirdeyê mezin û rêberê rûhî yê gelê Kurd Barzaniyê nemir li Amerîka di nexweşxaneyê de koça dawî kir.

Her sal di 1ê Adarê de hejmareke mezin ji welatiyên herçar perçeyên Kurdistanê serdana mezarên nemiran dikin ji bo nûkirina soz û peymana xwe.

Nûçeyên têkildar