10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Xewna serxwebûnê namire

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel malpera Almonîtor ya Amerîkî ragihand, ku ti carî xewna serxebûna Kurdistanê namire û got: Piroseya referandumê giring bû, daku hemû civaka navdewletî û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê hez û viyana gelê Kurdistanê ji bo serxebûnê bibînin.

Herwiha Mesrûr Bazranî ragihand, ew gava Kurdan avêtî, ne tawan bû, ew tenê eşkerakirina xwesteka gelê me bû û rawestana civaka navdewletî li dijî wê xwestekê, berovajî hemû bingeh û pirensîpên Netewên Yekgirtî bû.

Di berdewamiya axiftna xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ku wan berî referandumê, bi gellek welatan re ew yek behs kirin û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê nedan xuyakirin û tenê têbîniyên wan li ser dema encamdana referandumê hebûn.

Mesrûr Barzanî ku niha li Amerîka ye û li gel berpirsên pile bilind ên îdara Donald Trump civînan lidar dixe, derbarê sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê got: "Rawestandina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê û sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî bû û nabe firîngeh têkelî pirsên siyasî bên kirin".

Got jî: "Niha gotûbêj ji bo vekirina firîngehan berdewam in û Kurdan piraniya mercên Bexdayê qebûl kirine, lê Bexda her û her bihaneyan derdixe û niha ti bihaneyek ji bo vekirina firîngehan nemaye û tenê girtina wan biryareke siyasî ye û ew jî bûye beşek ji piropagendeya hilbijartinan".

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: "Di çarçoveya Konfiransa Asayişa Cîhanî li Munichen, em li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan, li wir Ebadî soza vekirina firîngehan da, lê berî niha jî sozên wiha dabû û sozên xwe bicî nekiribû, niha jî em li bendî ne gelo wê Ebadî sozên xwe bicî bike yan nake".

 

Nûçeyên têkildar