10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rûsya: Divê hikûmeta Sûriyê ligel Kurdan gotûbêjan bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêja ligel Kurdan bike û got: “Tevgerên Amerîkayê yên ser veqetandina Kurdan ji Sûriyê, xizmeta çareseriyê nekir.”

Sergey Lavrov li Moskowê ligel Wezîrê Derve yê Slovenyayê hevdîtinek pêk anî û piştre civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Lavrov diyar kir: “Ragihandina xweseriyê ya beşeke Kurdên li Sûriyê, xizmeta çareseriyê nekir. Pêngavên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ku piştgirî dan xweseriya Kurdan û li deverên ku tê gotin ne girêdayî Şamê ye piştevaniya wan kirin, xizmeta çareseriyê nekir.”

Sergey Lavrov destnîşan kir ku ew ji hemû hêzên navdewletî daxwaz dike ku ligel hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêjan bikin.

Lavrov daxwaz ji Enqere û Şamê jî dike ku bi rêya gotûbêjan pirsgirêka Efrînê çareser bikin, herwiha daxwaz dike, li dijî hewldanên ku pirsgirêka Kurdî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, bisekinin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê de li ser rewşa Efrînê û nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yên li herêmê ragihand: “Baweriya min wisa ye ku berjewendiyên rewa yên Tirkiyê yên li ser dilniyabûna asayişa (ser sînoran), dikarin bi rêya gotûbêja rasterast ligel hikûmeta Sûriyê çareser bikin.”

Sergey Lavrov herwiha diyar kir: “Ez hêvî dikim em hemû bi awayekî berdewam bi tundî li dijî wan hewldanan bisekinin ku pirsên Kurdî li ser navê berjewendiyan bi kar tînin û ji bo kûrkirina aloziyên herêmê dixebitin.”

 

Nûçeyên têkildar