10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Almanya nexwaşxaneyek leşkerî bo Pêşmerge ava dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Almanya nexwaşxaneyeke leşkerî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ava dike.

Îro 11.02.2018ê Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ku ji bo serdaneke fermî hate Hewlêrê û serdana şêwirmend û leşkerên Almanya yên li Hewlêrê kir û herwaha serdana nexwaşxaneya leşkerî ya beşa lezgîn, ku ji Tebaxa sala 2017ê ve bingehê wê hatiye danîn û ji aliyê Hikûmeta Almanyayê ve tê avakirin.

Ew nexwaşxane taybet e ji bo hêzên Pêşmerge û piştî temambûna nexwaşxaneyê dê Pêşmergeyên birîndar li wê nexwaşxaneyê bên çareserkirin.

Nûçeyên têkildar