10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û rewşa wê normal nebe em qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, Kerkûk hatiye dagîrkirin ji ber wê jî heta rewşa Kerkûkê normal nebe ew sîstema rêvebirina bajêr qebûl nakin.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro piştî konferansa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Mesrûr Barzanî li ser rewşa Kerkûkê û sîstema rêvebirina bajêr got, Kerkûk hatiye dagîrkirin ji ber wê jî heta Kerkûk wiha bimîne ew ti sîstem û pêşniyarekê bo rêvebirina bajêr qebûl nakin.

Mesrûr Barzanî her wiha got, ne tenê Kerkûkê divê tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê li gorî benda 140 ya Iraqê bigihên mafên xwe.

Tê gotin ku pêşniyar hatiye kirin li Kerkûkê, deshilat û rêvebirina bajêr bi vî rengî were parvekirin: %32 bo Kurdan, %32 bo Ereban, %32 bo Turkmenan û %4 jî bo kêmîneyên din.


 

Nûçeyên têkildar