Serokê Fransa: Divê Tirkiye operasyona Efrînê neke dagîrkerî

Ajans-KDP.info- Serokkomarê Fransayê di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ragihand ku divê ev nebe dagîrkerî.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji rojnameya Le Figaro de mijara êrişên hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayê wê, yên bo ser Efrînê nirxand û got: “Divê operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de bimîne û nebe operasyonek dagirkeriyê."
Macron herwiha eşkere kir ku divê Tirkiye di derbarê vê operasyonê de koordînasyonê li gel Ewropî û hevalbendên xwe yên din jî pêk bîne.




