Amerîka bo Tirkiyê: Em ji Minbicê venakşin

Ajans-KDP.info- Fermandayê serkirdayetiya navendî ya Amerîkayê Jozef Fotêl ragehand ku, welatê wî hêza xwe ya leşkerî ji bajarê Minbicê venakişîne.
Televîzyona CNN a Amerîkî li ser zarê fermandeyê serkirdayetiya navendî ya Amerîkayê Jozef Fotêl ragehand ku, ti pilanên vekşandina hêza me ji Minbicê li bakurê Sûriyê nînin, tevî kuTirkiyê ev yeke ji me daxwaz kiriye.
Medyayên Amerîkayê dibêjin, Rûsya rê daye Tirkiyê ku êrîş bike ser Efrînê û eger ne ji razîbûna Rûsya ba Tirkiye nikarîbû êrîş bike, ji ber ku Amerîka ne ligel wê êrîşa Tirkiyê ye.
Medyayên Amerîkî pêşbînî dikin ku nakokoiyeke mezin têkeve navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Minbicê û çavdêrên siyasî yên wî welatî jî tekez dikin ku pirsgirêkên herdû welatan niha pir kûr bûne.
Nêzîkî 2000 leşkerên Amerîkayê bi armanca şerê DAIŞê û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk li Sûriyê bicih bûne. Li gorî medyayên Amerîkî eger balafirên Tirkiyê li Minbic bidin dê Amerîka ya ji wî bajêrî derkeve yan jî bersiva wan êrîşan bide.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragehandibû ku, divê Amerîka pêwendiyê xwe bi HSD qutbike û hemû çekên berî niha radestî wan kirîn bistîne, herwiha leşkerên xwe jî ji bajarê Minbicê vekşîne.




