10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Almanya firotina tankan bo Tirkiyê rawestand

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye û hêzên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê ev nêzî hefteyekê ye bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dikin û di van êrişan de Tirkiye tankên Leopard jî ku ji Almanyayê kirîbûn, bikar tîne û vê yekê di nav raya giştî ya Almanyayê de nerazîbûnek çêkiriye û bang dihatin kirin ku firotina wan tankan bo Tirkiyeyê were rawestandin.

Kovara Der Spiegelê ragihand ku piştî van geşedanan, Hikûmeta Almanyayê modarnîzasyona tankên Leopard bo Tirkiyê rawestandiye û berdevkê hikûmeta Almanyayê jî ev yek piştrast kir.

Nûçeyên têkildar