10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Swêd: Em piştgiriya mafên Herêma Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgira Serokwezîrê Swêdê Isabella Lovin civiyan û di wê hevdîtinê de Lovin ragihand ku welatê wê dê berdewam be li ser piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Di civînê de ku her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa di civînê de amade bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya gel û Hikûmeta Siwêdê kir li ser hevkarî û piştevaniya wê ji Herêma Kurdistanê re û diyar kir ku ew bihêvî ne ew hevkarî û piştevanî berdewam bin û bên pêşxistin.

Nêçîrvan Barzanî dawîn pêşhatên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dawîn serdana wî ji bo Bexdayê, li gel cîgira serokwezîrê Siwêdê gotûbêj kir û tekezî li ser çarekirina kêşeyan bi riya diyalogê û li gorî destûra Iraqê kir.

Derbarê şikandina DAIŞê û qonaxa piştî wê, zelal kir ku jinavbirina serbazî ya wê girûpê kêşeyan ji bingehê de çare nake û pêwîst e bi awayekî siyasî kêşe bêne çarekirin.

Herweha behsa rewşa penaber û mişextan li Herêma Kurdistanê kir, ku bandor li ser rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve cîgira serokwezîrê Siwêdê Isabella Lovin, silav û rêza serokwezîrê Siwêdê gihande Nêçîrvan Barzanî û tekez kir, ku welatê wê piştevaniya helwesta Herêma Kurdistan dike ji bo çarekirina kêşeyan li gel Hikûmeta Iraqê bi awayekî aştyane û bi riya diyalogê û diyar kir, ku welatê wê piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.

Ji aliyê xwe ve, Cîgira Serokwezîrê Swêdê tekez kir ku welatê wê hevnêrîn e ligel siyaseta ku niha Hikûmeta Kurdistanê bikar tîne ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê ligel Bexdayê. Herwiha piştevaniya Swêd ji bo mafên destûrî yên Kurdistanê nîşan da.

Isabella Lovin bal kişand ser bizavên welatê wê di Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa de, ji bo biserxistina diyalogê û çareseriya aştyane ji kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de. Herweha zelal kir ku hêzên Swêdî wê li ser rahênana Hêzên Pêşmerge û geşkirina mirovî berdewam bin.

Nûçeyên têkildar